ENKSê sersala Kurdên Êzidî pîroz dike: Nîşana nûbûn, jiyan û hêviyê ye

ENKSê sersala Kurdên Êzidî pîroz dike: Nîşana nûbûn, jiyan û hêviyê ye

Welat TV - Hewlêr

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê peyameke pîrozbahiyê bi bûneya sersala Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) belav kir û tekezî li ser karê hevbeş ji bo bihêzkirina nirxên pêkvejiyanê û rêzgirtina di navbera pêkhateyên Sûriyê de kir.

ENKSê da zanîn, ev bûneya kevnar nîşana nûbûn, jiyan û hêviyê ye û beşekî resen ji kultura çandî û olî li Sûriyê û deverê ye û nîşana dêroka resen a Kurdên Êzidî ye û kûrahiya dîrokî ya Kurdên Êzîdî û girêdana wan bi nasname û nirxên xwe re, tevî hemû zehmetiyên ku rû bi rûyî wan bûne, nîşan dide.

ENKSê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser giringiya yekrêzî û karê hevbeş j bo bihêzkirina nirxên pêkvejiyanê û rêzgirtina di navbera pêkhateyên Sûriyê de kir.

ENKSê hêvî kir ku ev bûne di naveroka xwe de xêr, aştî û aramiyê ji bo hemûyan bîne, û cejn bi xêr, bereket û xweşiyê vegere.