Mesrûr Barzanî: Divê Hikûmeta Îraqê kesûkarên Enfalkiriyên Kurdistanê qerebû bike

Mesrûr Barzanî: Divê Hikûmeta Îraqê kesûkarên Enfalkiriyên Kurdistanê qerebû bike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 38emîn salvegera karesata Enfalê de peyamek belav kir û got Enfal yek ji hovtirîn pêngavên qirkirina nijadî û jenosîdê bûn ku ji aliyê rêjîma berê ya Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin kirin.

Mesrûr Barzanî got, Pêwîst e ev jenosîd û komkujiyên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra me de bimînin. Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha berhemê xebat û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî bi cih bîne û bi awayekî hêja malbat û kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê qerebû bike.