Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şeri' li Şamê dicivin

Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şeri' li Şamê dicivin
Dema îmzekirina rêkeftina 10ê Adarê

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî li Şama paytexta Sûriyê li gel her yek ji Ese'd El-Şeybanî û Ziyad El-Ayiş re civiya, pişt re bi serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' re dicive.

Berdevkê tîma serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê, Ehmed El-Hîlalî di daxuyaniyeke taybet de ji Welat TV re ragihand ku Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bi her yek ji wezîrê derve yê Sûriyê Ese'd El-Şeybanî û Şandiyê serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSDê, Ziyad El-Ayiş re civiya.

El-Hîlalî her weha got, piştî civîna Mezlûm Ebdî bi Ese'd El-Şeybanî û Ziyad El-Ayiş re, Fermandarê HSDê dê bi Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' re jî bicive.

El-Hîlalî da zanîn, di van civînan de, piroseya tevlîbûnê û dawîn pêşhateyên bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê dê werin gotûbêjkirin.