800 malbatên koçberkiriyên Efrînê vegeriyan warê xwe
Welat TV - Hewlêr
Karwanê sêyemîn ê koçberkiriyan ji Qamişlo vegeriya Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Îro 14ê Nîsana 2026an, 3yemîn karwanê koçberkiriyan ji Qamişlo û Hesekê berev cih û warê xwe li Efrînê vegeriya.
Berdevkê tîma serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê, Ehmed El-Hîlalî li ser rûpela xwe da zanîn ku karwan 800 malbatên Koçberkiriyên Efrînê li xwe digire.
Roja 4ê vê meha Nîsanê duyemîn karwanê koçberkiriyan ku 200 malbat li xwe digirtin gihişt Efrînê, beriya wî jî karwanê yekem gihiştibû û 400 malbat li digirtin.