Welatiyek bû qurbaniyê teqîna mayînekê li gundewarê Kobaniyê

Welatiyek bû qurbaniyê teqîna mayînekê li gundewarê Kobaniyê

Welat TV - Hewlêr

welatiyek bû qurbaniyê teqîna mayînekê ji paşmayên şer li navçeya Şêxler li gundewarê Kobaniyê.

Îro mayînek bi tirektorekê de li Şêxler teqiya, di encamê de xwediyê tirektorê bi giranî birîndar bû û tirektora wî bû 2 parçan.

Welatiyê birîndar ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin û rewşa wî ya tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Ji destpêka salê ve bi sedan kes li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bûne qurbaniyên paşmayên şer û rêxistinên mirovî û mafnasî hişyariyê ji metirsiya paşmayên şer li ser jiyana waelatiyen didin.