Naveroka civîna El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî hate eşkerekirin

Naveroka civîna El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî hate eşkerekirin
Naveroka civîna El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî hate eşkerekirin

Welat TV - Hewlêr

Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyê ragihand ku di civîna El-Şeri' û Ebdî de proseya tevlîkirinê hate gotûbêjkirin.

Roja Sêşemê Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' li Şamê li gel fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed civiya.

Medyaya fermî ya Hikûmetê îro Pêncşemê wêneyên wê civînê belav kirin û got ku temamkirina proseya tevlîkirinê di nava dezgehên dewletê de, mijara gotûbêjan bû.

Di civînê de Wezîrê Derve Es'ed El-Şeybanî û şandiyê serokatiyê Ziyad El-Ayiş amade bûn.

*"Rêyeke niştîmanî serwerî ye"

Her di vê derbarê de berdevkê tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî di daxuyaniyekê de got ku di civîna El-Şeri' û Ebdî de tekezî hate kirin ku rêya tevlîkirinê û çareserkirina doseya HSD "rêyeke niştîmanî serwerî ye û di nava dezgehên dewletê de tê birêvebirin" bi şêweyekî ku yekbûna Sûriy biparêze.

Got jî ku pêwîstiya qonaxa niha bi zelaliya nêrînê û bilezkirina bicîkirina tevlîkirinê heye.

*Rêkeftina 29ê Çileyê

Di 29ê çileya derbasbûyî de û piştî derketina şerûpevçûnan, Hikûmeta Sûriyê û HSD rêkeftinek ji bo rawestandina şer û proseya tevlîbûna HSD di nava artêşa Sûriyê de û tevlîkirina dezgehan, îmze kir.

Ji wê demê ve û ta niha hejmarek xalên rêkeftinê hatine bicîkirin û hin xal hîn mane.

Di dema dawiyê de jî herdu aliyan hejmarek civîn ji bo bilezkirina bicîkirina rêkeftinê û temamkirina wê li dar xistiye.