2 welatiyên Sûrî ku bira ne di bombebaraneke Israîlê de li Libnanê hatin kuştin
Welat TV - Hewlêr
Du welatiyên Sûrî di bombebaraneke Israîlê de li başûrê Libnanê hatin kuştin.
Îro 2 bira ku weltiyên Sûriyê ne dema bi motorsîklekî ji karê xwe di baxçeyekî mozan de li bajarokê Burxuliyê vedigeriyan di bombebarana droneke Israîlê de hatin kuştin.
Herdu bira ji gundê Cebîn ê Hemayê ne û li gundê Îtaniya li nêzîkî bajarokê Xerayib li bajarê Sêda diman.
Duh jî, Ajansa Nûçeyan a Libanê ragihand ku di bombebaraneke droneke Israîlê de li bajarokê Heyûf li başûrê Libnanê, welatiyekî Sûrî hate kuştin û yek birîndar bûye.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan, ji 2yê Adarê ve ta 11ê Nîsanê, 157 welatiyên Sûrî di êrîşên Israîlî li Libnanê de hatine kuştin.
Ji destpêka şerê Israîlê li Libnanê ve, di 2yê Adarê de û ta 12ê Nîsanê, 277 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûn, jê 234 hezar kes Sûrî ne û 43 hezar Libnanî ne.