Nivîskarekî Kurd xelata Dîdara Erebî li Îmaratê wergirt

Nivîskarekî Kurd xelata Dîdara Erebî li Îmaratê wergirt

Welat TV - Hewlêr

Nivîskarekî Kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê xelata Dîdara Erebî ya Nivîskarên Wêjeya Zarokan li welatê Îmarata Erebî, bi dest xist.

Nivîskarê Kurd Cîger Xorşîd ku li Holandayê dijî, xelata Dîdara Erebî ya Nivîskarên Wêjeya Zarokan a sala 2026an li ser pirtûka xwe ya bi navê Nêzîk be (كن قریبا) bi dest xist.

Cîger wêjeya Erebî li zanîngeha Himsê li Sûriyê xwendiye, niha nivîskarekî navdar e di warê wêjeya zarokan de, bêtirî 300 pirtûkî di vî warî de nivîsandine, pirtûkên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.

*Xelatên din

Berî niha jî Cîger Xorşîd gelek xelatên din bi dest xistine, wek xelata baştirîn pirtûk di pêşangeha Beyrûtê de, xelata Pêwendiyên Pirtûka Zarokan, xelata Şariqa ya Behremendiya Erebî, her weha xelata Ibin El-Muqereb li Si´ûdiyê.

Cîger Xorşîd bi rêya Pirtûkxaneya Miyonix ya Navdewletî çalakiyên xwe berdewam dike û dixwaze berhemên xwe ji bo gelek zimanan wergerîne, her weha berdewam beşdariyê di festival û pêşangehên navdewletî yên taybet bi wêjeya zarokan dike.

*Xelata Dîdara Erebî

Xelata Dîdara Erebî ya Nivîskarên Wêjeya Zarokan yek ji navdartirîn xelatên wêjeya zarokan e, salane bi rê ve diçe, û pirtûkên ku ji bo zarokan hatine nivîsandin dinirxîne û xelatê dide xwediyê baştirîn berhem.

Dîdara Erebî ya Nivîskarên Wêjeya Zarokan li bajarê El-Şarîqa yê Îmaratên Erebî hatiye damezirandin û yek ji saziyên fermî yên Desteya Şarîqa ya Pirtûkan e.