Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri’ li Korbenda Antalya

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri’ li Korbenda Antalya
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri’ li Korbenda Antalya

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' civiyan û rewşa Kurdan li Sûriyê yek ji mijaran bû.

Ev civîn di çarçoveya beşdariyê di Korbenda Antalya ya Diplomasî de li Turkiyê hat.

*Naveroka Civînê

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê civînê ragihand, ku pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê  li gel Sûriyê û bi taybet di warê abûrî û bazirganî de hate gotûbêjkirin.

Her weha dawîn pêşhateyên deverê û bandorên şer gotûbêj kirin û herdu alî hevnerîn bûn li ser pêwîstiya hevkariya herêmî ji bo rûbirûbûna gefên li ser aramî û seqamgêriyê.

Her di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri' rewşa Sûriya, Kurd û pêkhateyên din yên Sûriyê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê spasya El-Şeri' û Hikûmeta Sûriyê kir ji bo hewlên çareserkirina pirsgirêkan û rêkeftina li gel HSD.

Ji aliyê xwe ve jî El-Şeri' spasiya hewl û rola Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li ser piştgiriya aştî û çareserkirna pirsgirêkan kir.

*Korbenda Antalya

Duh êvarê, Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri' ji bo beşdariyê di gera 5an de a Korbenda Antalya ya Diplomasî gihiştine Turkiyê.

Gera 5an a vê Korbendê îro 17ê Nîsanê dest pê kir û ta 19ê wê berdewam dike.