Nêçîrvan Barzanî û Barrack rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî û Barrack rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kir
Nêçîrvan Barzanî û Barrack rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack rewşa Kurdan li Sûriyê û dawîn pêşhateyên deverê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî Di çarçoveya beşdariyê di Korbenda Antaliya ya Diplomasî de li Turkiyê li gel Tom Barrack civiya.

Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Emerîka, pêşhateyên Sûriyê û rewşa Kurdan li wir hatin gotûbêjkirin.

Her weha pêşhateyên Rojhilata Navîn û bandora şer li ser ewlehiya deverê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de serokê Herêma Kurdistanê û şandiyê Emerîka bo Sûriyê behsa bandora şer li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir û tekezî li ser giringiya hemahingiyê û kar ji bo çespandina aştiyê û parastina ewlehiyê li deverê kir.

►Her weha Bixwîne.. Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri’ li Korbenda Antalya