Bi dehan welatiyên Şamê banga çaksaziyên siyasî û abûrî dikin

Bi dehan welatiyên Şamê banga çaksaziyên siyasî û abûrî dikin

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan welatî li Şamê xwenîşandanek li dar xist û banga çaksaziyên siyasî û abûrî dikin.

Îro bi dehan kes li qada Yûsif El-Ezmê li Şamê kom bûn di bin silogana ”Yasa û Rûmetê” û nerazîbûna xwe ji rewşê nîşan da.

Xwenîşanderan banga başkirina rewşa civakî û encamdana çaksaziyên abûrî û siyasî kir ji bo jiyaneke birûmet ku yasa tê de serwer be.

Li aliyekî din jî bi dehan alîgirên hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz li dijî xwenîşandanê rawestiyan.

Hêzên ewlehî û polîsan jî li cihê xwenîşandanê beşdar bûn ji bo girtina rê li pêş pirsgirêkan di navbera xwenîşander û alîgirên hikûmetê de.