El-Şeri': Prosya tevlîbûna HSD bi awayekî baş bi rê ve diçe

El-Şeri': Prosya tevlîbûna HSD bi awayekî baş bi rê ve diçe
El-Şeri': Prosya tevlîbûna HSD bi awayekî baş bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' ragihand ku tevî hin astengiyan lê proseya tevlîkirina HSD baş bi rê ve diçe.

Îro di çarçoveya Korbenda Antalya ya Diplomasî de li Turkiyê, El-Şeri' beşdarî panêlekê bû.

Derberê rêkeftinên li gel HSD got ku demek ji bo rêkeftina 10ê Adara 2025an hatibû destnîşankirin û pabendî pê nebû û hin şerûpevçûn derketin:

"Piştre em gihiştin rêkeftineke giştî ya tevlîbûnê, û destê Emerîka di vê rêkeftinê de hebû. Niha proseya tevlîbûnê li ser qonaxan bi rê ve diçe û me qoanxa mezin derbas kir.

Rêkefin hate kirin ku HSD tevlî dewleta Sûriyê bibe û HSD nemîne. Ev yek bi awayekî baş bi rê ve diçe, lê hin astengî hene".

El-Şeri' got jî ku "madem hemû alî yekîtiya xaka Sûriyê û seqamgêriya wê dixwazin, pêwîstiya me bi şer û tevlîheviyan tune ye".

Her weha behsa derketina hêzên Emerîkî ji Sûriyê kir û got ku niha "tu bingehên biyanî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê nînin".