Zarokek di Çemê Efrînê de xeniqî û hîn termê wî nehatiye dîtin
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî 8 salî di çemekî avê de li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê xeniqî û hewlên dîtina termê wî berdewam in.
Îro zarokek di Çemê Efrînê de li nêzîkî gundê Til Silûr xeniqî û termê wî ber avê çû.
Jêderên Welat TV da zanîn ku hewlên dîtina termê wî zarokî ji aliyê tîmên Berevaniya Sivîl a Sûrî ve berdewam in lê hîn nehatiye dîtin.
Ew zarok ji gundê Hec Iskender e yê li navçeya Cindrêsê li Herêma Efrînê.