Nirxê ampêrên elekitrîka ceneratoran li Qamişlo hatiye bilindkirin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, nirxê ampêrên elekitrîka ceneratoran ên 24 demjimêrî, nêzîkî 50% hatiye bilindkirin, ku berê nirxê ampêr 110 hezar Lîreyên Sûrî bû û niha bûye 160 hezar L.S.
Welat TV li nava Qamişlo nêrînên welatiyan di vê derbarê de veguhestin, ew ji vê yekê nerzaî ne û diyar dikin ku ev nirx ji karînên wan zêdetir e.
Xalid Es´ed yek ji xwediyên ceneratoran e, sedemên bilindbûna nirxê ampêran vedigerînin buhabûna mazotê, ku beriya çend rojan ji 5 hezar û 650 lîreyên Sûrî bo 9 hezar 750 lîyreyan hate bilindkirin.
Li gorî Yekîtiya ceneratoran li Qamişlo, bilindkirina nirxê ampêran demkî ye ta dawiya vê mehê, piştre nirxên ampêran tên destnîşankirin.
Di dema niha de, elekitrîk yek ji pêwîstiyên sereke ye li her malekê ji ber ku piraniya alavên nav male bi rêya elekitrîkê kar dikin, lê nirxê giran ê elekitrîkê sûda welatiyan ji elekitrîkê sînordar dike.