Du zarokan li Gundewarê Şamê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ji encam teqîna mayînekê, du zarokan li parêzgeha Gundewarê Şamê jiyana xwe ji dest da.
Kenala fermî ya Sûriyê belav kir, li Çiyayê Qelemon dema du zarokan alîkariya bavê xwe di karê şivantiya pêz de dikirin mayînek yên serdema rejîma Esed bi wan teqiya, di encam de herdu zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li gor wê kenalê tevî hewlên gihandina wan ji bo nexweşxaneyê, lê yek ji wan beriya bighe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, û yê din jî ji ber giraniya birînên wî li nava nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
*Qurbaniyên mayînan
Li Sûriyê ji ber teqîna mayîn û paşmayên şer salane bi sedan kes dibin qurbanî, û berdewam rêxistinên navdewletî hişyariyê ji teqîna paşmayên şer didin û daxwazê ji hikûmeta Sûriyê dikin ku karekî cidî ji bo nehiştina van paşmayan bikin.