Centcom: Proseya radestkirina tevaya bingehên li Sûriyê bi dawî bû

Centcom: Proseya radestkirina tevaya bingehên li Sûriyê bi dawî bû

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya navendî ya Emerîkî radestkirina tevaya bingehên xwe li Sûriyê ragihand û got ew ê di jinavbeirina terorê de berdewam bin.

Fermandariya navendî ya Emerîkî Centcom di daxuyaniyekê de ji medyaya Sûrî re got, hêzên Emerîkî radestkirina tevaya bingehên xwe yên sereke li Sûriyê temam kir.

Da zanîn jî, ev yek dikev di çarçoveya proseyeke veguhestinê ya bi merc ku hêza me encam dide.

Li gorî Centecom, Hêzên Emerîkî li gel welatên hevpar di piştgiriya hewlên jinavbirina terorê de dê berdewam bin.

*Bingeha Qesrik

Roja Pêncşemê, hêzên Emerîkî ji bingeha Qesrik li gundewarê Hesekê vekişiyan, Wezareta berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku, hêzên wan bi fermî bingeha Qeserik ji hêzên Emerîkî wergirt.

►Her weha bixwîne.. Artêşa Sûriyê bingeha Qesrik a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî werdigire