Efrîn.. Baran û lehî bûne sedema ziyanên canî û madî
Welat TV - Hewlêr
Li Efrînê baraneke zêde bariya û lehî rabûn, di encamê de ziyanên canî û yên madî hatin tomarkirin.
Di 24 demjimêrên bûrî de li seranserî Efrîn û navçeyên Efrînê baraneke zêde bariya û lehî rabûn.
Li gorî Rêveberiya Ragihandina Helebê da zanîn jî ku li gundê Til Silûrê zarokek li ber ava çem çû û xeniqî, û li gundê Maratê jî mêrek û jinek hatin rizgarkirin.
Rêveberiya Ragihandina Helebê, da zanîn, barana zêde ziyanên mezin gihandin cotkaran, û 50 ji sedî ji darên biberhem ji ber barîna teyrokê rastî ziyanan hatin.
Her weha lehiyên mezin li Êndarê û Bilbilê û Basûtê çêbûn û av derbasî hejmarek mal bû, û hejmarek rêyên sereke yên Efrîn û navçe û gundên wê hatin girtin.