Parêzgarê Hesekê û şandeke Wezareta Dadê ya Sûriyê civiyan

Parêzgarê Hesekê û şandeke Wezareta Dadê ya Sûriyê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Parêzgarê Hesekê û şandeke Wezareta Dadê ya Sûriyê dubare çalakirina Koşka dadê li Hesekê gotûbêj kir.

Îro şandeke ji Wezareta Dadê ya Sûriyê li gel Parêzgarê Hesekê Nûredîn ehmed civiya.

Şand bi serokatiya dozgerê Giştî li Sûriyê Hesan El-Turbe bû û berdevkê tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlaî jî amade bû.

Di civînê de mîkanîzmên tevlîkirinê û rêyên dubare çalakirina koşka dadê li parêzgeha Hesekê hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê, şanda Wezareta Dadê seredana koşka dadê kir û li gel karmendên wê civiya.