ENKS û rêveberê Serê Kaniyê asankirina vegera koçberkiriyan gotûbêj kir

ENKS û rêveberê Serê Kaniyê asankirina vegera koçberkiriyan gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî serdana bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir ji bo asankirina vegera koçberkiriyan bo warê xwe.

ENKS îro di daxuyaniyekê de ragihand ku şandeke wê bi serokatiya endama serokatiya encûmenê Fesla Yûsif serdana Serê Kaniyê kir û li gel rêveberê Deverê Ebdulah Ceş´em civiya.

Daxuyaniyê diyar kir ku di civîna şanda ENKSê li gel rêveberê devera Serê Kaniyê de, rêkarên pêwîst ji bo asankirina vegera koçberkiriyan bo warê xwe hatin gotûbêjkirin.

ENKS da zanîn jî ku ev serdan dikeve di çarçoveya tevgerên encûmenê de ji bo peydakirina mercên guncaw ji vegereke ewleh û birûmet ji koçberkiriyan re.