Herêma Kurdistanê 6 hezar pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî bo Revenda Kurdistanî şandin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 6 hezar pirtûkên fêrbûna Zimanê Kurdî bo Revenda Kurdistanî li welatên Yekîtiya Ewropayê, Brîtaniya, Keneda û Emerîkayê şandin.
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengî li gel Konfederasyona Revenda Kurdistanî 6 hezar pirtûkên bi zaravayê Kurmancî bo zarokên Kurd li diyasporayê şandin.
Ew pirtûk astên yekem û duyem li xwe digirin û li dibistanên fêrbûna zimanê Kurdî yên bi ser Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve li Yekîtiya Ewropayê, Brîtaniya, Keneda û Emerîkayê belav dibin.
Zarokên Kurd li wan welatan bi coşeke mezin, çi bi awayekî fêzîkî yan bi rêya internetê li dibistanên fêrbûna zimanê Kurdî beşdarî waneyan dibin û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin li ser vê projeyê.
Ev proje dikeve di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo girêdana zarokên Kurd ên li diyasporayê bi ziman û nasnameya Kurdî, ku sala bûrî 9000 pirtûk bi zaravavayên Kurmancî û Soranî ji bo revenda Kurdistanî şandibûn.