4 roj in lêgerîn li zarokekî xeniqî li çemekî Rojavayê Kurdistanê berdewam e

4 roj in lêgerîn li zarokekî xeniqî li çemekî Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Welat TV - Hewlêr

4 roj in, proseyên lêgerînê li zarokekî ku di çemekî de li Efrînê li ber avê çûye berdewam in.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku ev nêzîkî 4 rojan e tîmên wê yên pispor li wî zarokî digerin.

Ew zarok di çemê Efrînê de li nêzîkî gundê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê xenqiye û li ber ava çûye.

Berpirsê devera Efrînê Xêro Dawûd seredana malbata wî zarokî kir û proseyên lêgerînê ji nêzîk ve şopand.