Erdogan: Eger heye ez serdana Hewlêrê bikim

Erdogan: Eger heye ez serdana Hewlêrê bikim

Welat TV – Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku eger heye serdana Hewlêrê bike.

Erdogan piştî civîna bi kabîneya xwe re bi dawî anî bi hejmarek rojnamevanan re axivî û behsa serdana Iraqê kir û da xuyakirin: Li pêş wan hejmarek rêkeftin hene ku di serdanê de îmze bikin.

Navborî got: Mijareke sereke ya rojevê pirsa avê ye û pirsa hinardekirina gaz û petrolê ne.

Erdogan da zanîn: Piştî serdana Bexdayê, eger heye di vegerê de serdana Hewlêrê jî bikim û bi berpirsên wê derê re bicivim.

Malpera Kurdistan 24 berî niha li ser zarê jêdereke wezareta Derve ya Iraqê belav kiribû: Biryar e Erdogan serdana Hewlêrê bike, û li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê civînan encam bide.

Dawîn serdana serokê Turkiyê Erdogan bo Iraqê beriya 12 salan bû.