Gereke din a danûstandinan li Pakistanê dest pê dike

Gereke din a danûstandinan li Pakistanê dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Sibe gereke din a danûstandinan li Pakistanê di navbera Emerîka û Îranê de dest pê dike.

Serokê Emerîka Donald Trump di daxuyaniyên xwe de got, an Îran dê biçe danûstandinan, an jî dê rastî pirsgirêkên mezin bibe. Ew hêvî dike bigihin rêkeftineke dadmend, û derfet bi Îranê re çêbibe careke din abûriya xwe ji nû ve ava bike.

Trump diyar kir, ku Emerîka karekî bêhempa li Îranê kiriye, û ev dose dê bi awayekî ku bi dilê hemûyan be, were bidawîkirin. Serokê Emerîka her weha da zanîn jî ku, Ew rê nadin Îran çekê atomî bi dest bixe, û dorpêç rojane ziyanên bi milyonan dolar li abûriya Îranê dike.

*Helwesta Îranê

Wezareta derve ya Îranê êrîşa Emerîka li ser keştiya “Toska” wek binpêkirin ji agirbestê bi nav kir, û daxwaza berdana tîma wê kir.

Kenala CNN a Emerîkî ragihand ku Îranê pêşniyar kir ku ew pîtandina uranyumê bo dema 10 salan rawestîne, piştre pîtandineke sînorkirî bo dema 10 salên din çêbibe. Ajansa Axios diyar kir, danûstandkarên Îranê rastî fişaran ji aliyê pasdaran ve tên, û tenê dixwazin dema hin qonaxên danûstandinan dirêj bikin.

*Rola Pakistanê

Pakistan wekû navbênkarî sereke di navbera herdu aliyan de dilîze û şandên Emerîka û Îranê bi hev re gihiştine Islamabadê, û pêşbînî heye ku civînên danûstandinan sibe Çarşemê dest pê bike.