Dêrik.. Barana zêde ziyan gihandine çandiniyê

Dêrik.. Barana zêde ziyan gihandine çandiniyê

Welat TV - Hewlêr 

Îsal li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê baran bi rêjeyeke zêde bariya, û êdî bandorên nerînî yên barîna wê diyar dibin û ziyan gihandiye zeviyên cotkaran.

Welat TV li gundewarê Dêrikê, rewşa zeviyan piştî barana bihêz, şopand, û gilî, gazin, daxwaz û hêviyên cotkaran veguhestin. 

*Gilî û daxwaz

Nohad Mistefa cotkarekî gundê Bane Qesrê ye diyar kir ku barana zêde ziyaneke zêde gihandiye me û nirxên giran ên mazot, semad û dermanan têçûnên çandiniyê zêde kirine lewma daxwaza me ew e ku nirxê genim îsal herî kêm 50 sentên Emerîkî be.

Mihmed Ebdulah cotkarekî din e ji egera nexweşiyan ji ber barana zêde dilgiran e û hêvî kir ku di demsalê de nirxê dexlûdanan ne weke ya par kêm be.

Tewfîq Remo endeziyarekî çandiniyê ye diyar kir ku rêjeya zêde ya baranê ziyan gihandiye çandiniyê û nexweşî belav bûne bi taybetî li deştan.

Çandinî jêdera abûrî ya piraniya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ye, sala bûrî ji ber kêmbûna baranê cotkar rastî ziyanên mezin hatin, lê îsal eger heye barîna zêde ya baranê ziyanên bigihîne çandiniyê û bi yekcarî berhem têk biçin.