Şandeke Desteya Siyasî ya Hesekê serdana nivîsgeha ENKSê li Qamişlo kir

Şandeke Desteya Siyasî ya Hesekê serdana nivîsgeha ENKSê li Qamişlo kir

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Rêveberiya Karûbarên Siyasî ya Parêzgeha Hesekê îro serdana nivîsgeha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şand bi serokatiya Rêveberê Karbûarên Siyasî li Hesekê Ebas Hisên bû.

Şand ji aliyê Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl û Desteya Serokatiya encûmenê ve hate pêşwazîkirin.

Mijara hilbijartinên perlemana Sûriyê li Hesekê di hevîdtinê de hate gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de, berdevkê ENKSê Fêsel Yûsif ji Welat TV re da zanîn: Şandê diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên wan bi hemû aliyên siyasî re hebin di nav de jî ENKSê.

Fêsel Yûsif got jî: Serokatiya ENKSê ji şandê re diyar kir ku ew dixwazin qonaxa veguhêz li Sûriyê bi ser bixin ji ber ku ew hevparên şoreşa Sûrî ne.