El-Şeri’ û Bin Temîm hemahingî ji bo parastina ewlehiya deverê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
El-Şeri' û mîrê Qeterê pêwendiyên dualî û rêyên hemahingiyê ji bo barastina ewlehiya deverê gotûbêj kirin.
Îro li Dewhayê serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî civiyan.
Di civînê de wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û hejmarek berpirsên herdu welatan amade bûn.
*Naveroka Civînê
Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Sûriyê, herdu aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyên dualî û pêşxistina wan di hemû waran de, taybet di warên abûrî, weberhênan û bihêzkirina girêdana bazirganî ve gotûbêj kirin.
El-Şeri' piştgiriya xwe ji bo Qeterê û welatên Erebî ku rastî êrîşên Îranê hatine, diyar kir.
Her di wê civînê de, dawîn pêşhateyên Herêmî û navdewletî û rêyên hemahingiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya deverê hatin gotûbêjkirin.
Serdana El-Şeri' bo Qeterê di çarçoveya gerekê de bo welatên Kendava Erebî tê, ku duh li Si'ûdiyê bû û li gel şahzadê Cihnişên Mihemed Bin Selman civiya.
Di civînê de pêwendiyên dualî û pêşxistina pêwendiyan di hemû waran gotûbêj kirin.