ENKS rûniştineke goftûgoyî bi bûneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li dar xist

ENKS rûniştineke goftûgoyî bi bûneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya Encûmena Niştîmanî bi bûneya Roja Rojnamegeriya Kurdî rûniştineke goftûgoyî li Qamişlo li dar xist ji bo gotûbêjkirina rewşa ragihandina encûmenê û astengiyên li pêş wê.

Di rûniştinê de, serkirde û endamên ENKSê û rojnamevanan beşdar bûn û astengiyên li pêş ragihandina encûmenê û çawaniya pêşxistina wê hatin gotûbêjkirin.

Serkirdeyê ENKSê Nafi´ Ebdulah behsa rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê kir û rola Herêma Kurdistanê bi taybetî ya Serok Barzanî di piştevaniya doza Kurdî de bilind nirxand.

Ebdulah her weha pîrozbahiya ragihandkarên ENKSê kir û xebata wan ji bo doza Kurdî bilind nirxand.

Derbarê rûniştinê de, berpirsê Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya ENKSê Kazim Xelîfe diyar kir ku wan guh da nêrîn û têbîniyên ragihandkaran ji bo pêşxistina ragihandina encûmenê.