Wezareta Hawarçûn û Birêveberina Karesatan hişyarî ji baranên zêde û teyrokê Cizîrê da
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Hawarçûn û Birêveberina Karesatan a Sûriyê hişyarî ji baranên zêde, teyrok û çêbûna lehiyan li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê da.
Wezaretê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ji sibeha roja Yekşemê ve ta êvara Duşemê egera barîna baraneke zêde li gel taf û birûskan li Cizîrê û rojhilatê Sûriyê heye her weha egera barîna teyrokan jî heye.
Daxuyaniya hişyarî da ku dibe ew baran bibin sedema çêbûna lehiyan û kombûna avê li deverên nizim.
Wezaretê bang li welatiyan kir ku hişyar bin dema çêbûna lehiya da ku metirsî li ser jiyana wan dirust nebe.