Ibrahîm Muslim: Rewşa Kobaniyê ber bi başbûnê ve ye û tevlîbûna HSDê di berjewendiya hemûyan de ye
Welat TV - Hewlêr
Rêvebirê Devera Kobaniyê Ibrahîm Muslim da zanîn ku rewşa xizmetguzarî, abûrî, û ewlehî ya Kobaniyê ber bi başûnê ve ye, û rêkeftina 29ê Çilyê bê astengî bi rê ve diçe lê ne bi şêweyekî bilez.
Rêvebirê Devera Kobaniyê Ibrahîm Muslim diyar kir, lezbûn di bicîkirina xalên rêkeftinê yên mayî de, di berjewendiya şêniyên Kobaniyê de ye, û her aliyekî li ser xalên rêkeftinê erê kiriye.
Welat TV di çarçoveya programa Hevîditina Hefteyê (لقاء الأسبوع) ku bi zimanê Erebî tê weşandin, Rêvebirê Devera Kobaniyê Ibrahîm Muslim kir mêvan û tê de behsa gelek xalan kir.
►Naveroka hevdîtinê li gorî pirs û persivan wehe ye:
* Rewşa bajarê Kobaniyê û navçeyên wê çawa ye?
** Ji 15 rojan ve, kar li ser dabînkirina avê û nehiştina pirsgirêkên elektirîkê û asengiyên wê têne kirin, û civînên me li ser hemû astan berdewam in. Di warê perwerdeyê de, kar li ser valakirina dibistanê ku derbider tê de ne, tê kirin, ji ber wê yekê îsal ezmûn li bajarê Sirînê bi rê ve diçin.
Di warê tendirustiyê de, kar li ser ektîvkirin û karkirina nexweşxane û navendên tendirustiyê tê kirin, û di demeke nêzîk de me gelek destkeftî, bi dest xistin û em ê berdewam bin.
*Rewşa ewlehî çawa ye û kengî doseya girtiyan tê girtin?
**Li ser doseya girtî û dîlan, komîteyên hevbeş li ser doseya girtiyan kar dikin û gihiştine qonaxa dawiyê, hemû girtî di demeke nêzîkî de dê werin serbestberdan. Daxuyaniyên pir xweş ji hejmarek berpirs hebûn, ku komîte gihiştine qonaxa dawiyê û dibe ku serbestberdana hemû girtiyan di çend rojê bê be. Li ser asta ewlehî rewş baş dibe, îro ji duh baştir e, sibe ji îro baştir e, rojane Kurd û Ereb sardana hev dikin û pêkvejiyanê bihzê dikin. .
*Gelo, em dikarin bibêjin Rêveberiya Xweser li Kobaniyê bûye rêveberiyeke xwecihî yan du rêveberî li deverê hene?
**Li gorî rêkeftina 29ê Çileyê, şarederî ji bo rêveberina deverê hatin damezrandin, lê derngbûnek di bicîkirina xalên rêkeftinê de heye, û hin dose divê werin çareserkirin, em geşbîn in ku bi bicîkirina xalên rêkeftinê, em ê derbasî qonaxeke nû ji nûbûn, weberhênanê û geşepêdanê bibin.
*HSDê dibêje Rêveberiya Xweser maye, û Şam dibêje namîne, kengê ev mijar yekalî dibe?
**Tevlîbûn wate helandin e, dema em behsa tevlbûna aliyekî di nava aliyekî din de dikin, encam wate hilweşandin û helandin e, niha komîte kar li ser vê yekê dikin ku tevaya xaka Sûriyê têkevin di bin destê hikûmeta Sûriyê de, û em bang li hemû aliyan dikin ku bi şêweyekî bilez rêkeftinê bi cî bikin.
*Rêveberiya xweser dibe rêveberiyên xwecihî berfireh?
**Divê hemû alî li jêr sîwan dewletê de bin, û tu qewereyên serbixwe tune bin, em hemû kurên vî weltî ne, çima em kar li ser vê yekê nakin û bi hev re kar nakin? Lewma em bang li hemû aliyan dikin ku em bi yekdest û hevdest vî welatî ava bikin û Sûriyaya nû bibe yek ji rindtirîn û baştirîn welat li ser asta cîhanê.
*Li ser hilbijartinên perlemanê, gilî û gazin ji kêmkirina para Kobaniyê bo 2 endaman heye tu çi dibêjî?
Em weke rêveberiya Devera Kobaniyê em destwerdanê di karûbarên hilbijartinan de nakin, komîte kar li ser wê yekê dikin û gel dê biryara xwe bide, lê bi nerîna min ev hilbijartin yek ji mîkanîzmên herî baş û demokratîk ên azad li ser asta cîhanê ne, û çîrok ne bi endaman e, lê bi kar û pêşkêşkirina xizmetguzarian e.
*Derbarê xalên rêkeftinê ji koka 14 xalan tu mijarên zehmet di rêkeftinê de li Kobaniyê û Cizîrê mane?
**Hemû alî li ser xalên rêkeftinê li hev kirine, lê mijar bi çawanî û mîkanîzêm bicîkirinê ve girêdayî ye, weke me gotî derengbûnek di bicîkirinê de heye, û her dem em hewl didin ku gel hest bi aramî û guhertinê bikin.
*Sedemên redkirina dadgeha Qamişlo çi bû, danûstandin berdewam in an her du alî gihiştine rêyeke girtî?
**Na na, rêye girtî tune ye, û kar ji bo çareserkirina pirsgirêkê berdewam e, û di demeke nêzîk de çareser dibe, dibe ku hin astengî û zehmetî hebin lê di dawiyê her tişek rast dibe, û dadgeh tê radestkirin û tişekî normal e, dewlet tavaya dezgehan bistîne.
*Demeke destnîşankirî heye ji bo bicîkirina tevaya xalan heye?
**Em bi şev û roj kar dikin û eger bi destê me be em ê îro bi dawî bikin, lê hin dem divê, û bi giştî lihevtêgihiştiek heye, me gavên mezin avêtine lê gavên hindik mane, û di demeke nêzîk de bi dawî dibe.
*Bi dehê hezaran ji şêniyên Kobaniyê derbider û penaber in plana we heye ji bo pêşwazîkirin û vegerandin wan?
**Derî ji her kesekî re vekiriye, û asankarî hatine pêşkêşkirin, her kesek dikare vegere ser mal û mulkê xwe, ev siyaseta me ye divê her kesek vegere, û em bang li hemûyan dikin ji bo vegerê, da ku kar li avakirina welatê xwe bikin.
*Tu niha li Cerablusê yî, kengî tu yî li bajarê Kobaniyê dewam bikî?
**Em kar dikin ku di demeke nêzîk de, derbasî Kobaniyê bibin, em civînên xwe li gel rêveberî û dezgehên Helebê dikin, ka em ê çawa xizmeta gelê xwe bikin û planên me yên erênî hene, eger em derbasî bûn tevaya dezgehên me jî derbas dibin.
*Nameye te ya dawiyê ji gelê Sûriyê û gelê Kurd re çi ye?
**Divê em bi dewlet û hikûmeta xwe bawer bin, ku tişta ji me re kirî hikûmetên berê em jê bêpar kiribûn, biryar û mersûmên derxistine, weke xewnekê bûn, yekem car e ez bê tirs li Newroz amade dibim, em hemû şanaziyê bi hebûn, ziman û çanda xwe dikin.
Em weke gelê Kurd divê em vê derfetê ji dest nedin, û em li ge hikûmeta xwe bin, ta em bigihin baştirîn welat li ser asta Rojhilata Navîn. Du ji cihên herî girîng li Şamê peykerê Selhedîn û Yûsif Ezma ne, ew jî diyar dike ku Kurd beşek ji vî welatî ne, û em ê hemû di bin sîwana dewleta xwe de bin.