ENKSê û Rêxistina Asûrî lidarxistina hilbijartinên Encûmena Gel gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hilbijartinên li Parêzgeha Hesekê gotûbêj kirin.
Şandeke Rêxistina Asûrî bi serokatiya berpirsê wê Gebriyêl Mûşê seredana baregeha ENKSê li Qamişlo kir û ji aliyê serokê ENKSê Mihemed Ismaîl û endamên desteya Serokatiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de hejmarek doseyên hevbeş, ji wan lidarxistina hilbijartinên Encûmena Gel li Hesekê, hatin gotûjkirin. Herdu aliyan tekez kir ku divê nûnertiya dadmend û giştgir a kurd, Ereb û Siryanên aşûrî were gerentîkirin.
*Aramiya siyasî
Di dawiya civînê de, herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirin hevkariya hevbeş û berdewamiyê pêwendiyan di qonaxa bê de kir, ji bo çespandina pêwendiyên dualî û piştgiriya aramiya siyasî li deverê.