Mesrûr Barzanî li ser bûyera guleberdanê li Waşintonê: Cihê tundûtûjiyê di jiyana giştî de tune ye
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser bûyera guleberdanê li Waşintonê daxuyanî da û got, Cihê tundûtûjiyê di jiyana giştî de tune ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser platforma "X" got, Ji ber bûyera guleberdanê li ahenga xwarinê ya nûçegihanên Koşka Spî li Waşintinê dilgiran im.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, Ez kêfxweş im ku serokê Emerîka Donald Trump, hevjîna wî, cîgir û endamên hikûmetê, rojnamevan û mêvanan rastî ziyanê nehatine, û tekez kir ku Cihê tundûtûjiyê di jiyana giştî de tune ye.