Girê Spî.. 2 endamên Wezareta Berevaniyê di teqîna mayînekê de hatin kuştin
Welat TV - Hewlêr
Di teqîna Mayînekê de, 2 endamên wezareta Berevaniyê ya Sûriyê li derdora bajarê Girê Spî hatin kuştin.
Li gorî rêveberiya ragihandina Hesekê, di encama teqîna mayînekê de li derdora bajarê Girê Spî, 2 endamên wezreta Berevaniyê, bi navên Menaf Hisên û Elî Ehmed hatine kuştin.
Jêderên xwecihî jî dane zanîn ku herdu endam ser bi firqeya 67an a artêşê ve ne.
Di 16 vê Meha Nîsanê de jî, di teqînekê de li Der’ayê 3 endamên wezreta Berevaniyê hatibûne kuştin û 8ê din birîndar bûbûn.