Lehiyên li Sûriyê qurbanî xistin û ziyanên madî yên mezin tomar kirin

Lehiyên li Sûriyê qurbanî xistin û ziyanên madî yên mezin tomar kirin

Welat TV - Hewlêr

Barana zêde û rabûna lehiyan li deverên cuda yên Sûriyê, bûne sedema ziyanên canî û madî û girtina hejmarek rêyan.

Li Şeva bûrî li Dêra Zorê, Reqa, Hema, Idlib û Helebê baraneke zêde bariya û lehî rabûn.

Li gorî zanyariyan, ji ber rewşa keşûhewayê û barana zêde, bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Dêra Zorê û Şamê çêbû, di encamê de hejmarek kesan canên xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

*2 zarok bûne qurbanî

Li Reqa û Hemayê rê hat girtin, li gorî jêderên xwecihî li Hemayê bi sedema lehiyan 2 zarokan canên xwe ji dest dane.

Li devera Şêx Hilal ya Rojhilatê Hemayê lehî rabûn û di encamê de rêya Esrya – Reqa hate girtin û hejmarek otombîl û barhilgir li ber lehiyan çûn.

Ta niha Berevaniya Sivîl amarên fermî yên qurbaniyan belav nekirine.