Hakimê Banka Navendî ya Sûrî û Parêzgarên Hesekê û Reqayê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Kar ji bo vekirina şaxê Banga Navendî ya Sûrî li Parêzgeha Hesekê û Reqeyê tê kirin.
Hakimê Banka Navendî ya Sûrî Ebdilqadir Hisriyê li baregeha Bankê, li gel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û yê Reqayê Ebdilrehman Selame civiya.
Asankirina xizmetguzariyên
Di civînê de dubare vekirina şaxên Banka Navendî li Hesekê û Reqayê hate gotûbêjkirin, û tekezî li ser giringiya vê gavê ji bo piştgiriya tevgera abûrî û asankirina xizmetguzariyên darayî bo welatiyan hate kirin.
Hisriyê tekezî li ser guhdana bankê bi dubare çalakirina rola xwe li hemû deveran, û hevkariyê bi aliyên xwecihî re ji bo bilezkirina kar, kir.