Elmanya.. Semînarek li ser dîrok û pêşeroja Mûzîka Kurdî bi rê ve çû

Elmanya.. Semînarek li ser dîrok û pêşeroja Mûzîka Kurdî bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr 

Li bajarê Düsseldorf ê Elmanya semînerek li ser dîrok, û pêşeroja mûzîka Kurdî ji aliyê şaxê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokatatî Kurdistanî – Rojava ve bi rê ve çû.

Di semînarê de ku bi amedebûna hejmarek ji hezkiriyên mûzîka Kurdî, xwendevan û kesayetiyên civakî bi rê ve çû, mûzîjen û akadîmînasê Kurd Ronas Şêxmûs behsa mûzîk û nasnameya Kurdî kir.

*Armanca semînarê 

Ronas Şêxmûs ji Welat TV re got, "Min di semînara xwe de behsa girêdana di navbera mûzîk û nasnameya Kurdî de kir, min xwest ku nifşê nû ji nêzîk ve mûzîka xwe nas bike û pê ve girêdyî be".

*"Em ê berdewam bin"

Berpirsê Şaxê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokatatî Kurdistanî – Rojava Baz Hacî jî got, "Em ê li ser van çalakiyan li Elmanya û Ewropayê berdewem bin ji bo nasandina mûzîka Kurdî bo cîhanê".