16 deriyakarên Sûrî li gel keştiya wan hatin revandin

16 deriyakarên Sûrî li gel keştiya wan hatin revandin

Welat TV - Hewlêr

Piştî belavbûna nûçeyên li ser revandina 16 deriyakarên Sûrî li gel keştya wan li nêzîkî beravên Somalê, Sendîkaya Deriyakaran a Sûriyê, malbatên wan dilrehet kir ku hemû di rewşeke baş de ne.

Sendîkayê di daxuyaniyekê de got ku ev keştî di 26ê Nîsanê de rastî êrîşeke çekdarî hatibû, û 16 deriyakarên Sûrî li ser wê hebûn. Sendîkayê diyar kir ku ji dema çêbûna bûyerê ve, wê pêwendî bi xwediyên keştiyê re kiri, û piştrast kir ku hemû deriyakar saxlem in û rastî tu destdirêjî yan lêdanê nehatine.

Sendîkayê her weha diyar kir ku bi dezgehên navneteweyî yên têkildar re jî têkilî daye, piştî ku "United Kingdom Maritime Trade Operations" raporek li ser vê bûyerê belav kir.

Beriya niha, Desteya Karên bazirganî ya Brîtanî raportek derbarê revandina keştiyê belav kirbû û gotibû ku roja Yekşemê ew keştî ji aliyê 10 çekdaran ve hate revandin, û ji nava deriyayê berev berava Somalê hate birin.