Barana zêde ziyan gihande çandiniyê li Amûdê
Welat TV - Hewlêr
Barana zêde ziyaneke mezin gihande çandiniyê li gundewarê bajarê Amûdê.
Şeva bûrî baraneke zêde li Amûdê bariya û ziyan gihanddin çandiniya deverê.
Dîmenên taybet ji gundê Til Xenzîr ê Amûdê bo Welat Tv hatine şandin, tê de diyar e ku ceh ji ber barana zêde ketiye xwarê û av li nava zeviyan kom bûye.
Baran û teyrokên dema dawiyê ziyan gihandin çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
Li gorî Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê ew ziyanan dinirxînin ji bo qerebûkirina cotkaran.