Wezîrê Veguhestinê û parêzgarê Hesekê rewşa rêyan li Hesekê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Veguhestinê û Parêzgarê Hesekê rewşa rêyan û jêrxaneyê li Hesekê gotûbêj kir.
Îro 30 Nîsana 2026an, Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyê Ye’rub Bedir û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed civiyan.
Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta veguhestinê, di civînê de rewşa rêyan û jêrxaneyê li Parêzgeha Hesekê hate gotûbêjkirin, her weha, behsa çakirin û pêşxitina rêyên navendî li Hesekê û çalakirina karta hêlên hesinî ji bo bihêzkirina tevgera veguhestinê hate kirin.