Termê zarokê di çemê Efrînê de xeniqî hate dîtin

Termê zarokê di çemê Efrînê de xeniqî hate dîtin

Welat TV - Hewlêr 

Îro 30 Nîsana 2026an, piştî rojekê ji binavbûnê, termê zarokê bi navê Emîr Ebdo Îsa ji Çemê Efrînê hate derxistin.

Duh Mamoste Ebdo Îso û kurê wî Emîr li gel xwendevan û karmendên dibistana xwe derketibûn seyranê.

Di dema ku ew li seyranê bûn, Emîr ketibû çem de û bavê wî Ebdo Îso hewl da kurê xwe rizgar bike, lê herdu xeniqîn.

Termê bav, duh hate derxistin û îro jî termê kurê wî hate dîtin.

Ebdo Îso mamoste ye û ji gundê Remadiyê yê ser bi bajarê Cindirêsê yê Efrînê ve ye.