Girjî û nakokî li Libnanê derketin
Welat TV - Hewlêr
Duh bi şevê careke din girjî û nakokî li Beyrûta paytexta Libnanê navbera welatiyên Libnanî û penaberên Sûriyê derketin.
Çalakvan Mistefa Şêxo ji Welat TV re ragihand: Li taxa Burc Hemûd a Beyrûtê, dîsa nijadperestên Libnanî êrîşî penaberên Sûriyê kir, rewşek levlîhevî dirust kir
Da zanîn: Artêşa Libnanê destêwerdan kir, û nehişt alozî berferehtir bibin.
Beriya çend rojan nijadperestên Libnanî gefa kuştina penaberên Sûriyê da.
Ji dema ku Baskal Silêman serkirdeyê partiya Qiwat a Libnanî li Sûriyê hatiye kuştin, girjî û nakokî berdewam bin, û jiyana penaberên Sûriyê di metisiyê de ye, rastî gefa kuştinê tên û çend penaber rastî lêdanê hatine, nexasim li Burc Hemûd, Bişrî, û taxên Beyrûtê.
Serokê Hevpeymaniya Oposizyona Sûriyê Hadî Behra name ji Netewên Yekgirtî, Fransa, Brîtanya, Emerîka, Yekîtiya Ewropî û nûnerên welatan di Netewên Yekgirtî de şandin, tê de daxwaza parastina penaberên Sûriyê kir.
Behra di nameyên xwe de ji wan welatan xwest ku bi berpirsên Libnanî re di peywendiyê bikevin da ku tundûtûjiyan li dijî Sûriyên li Libnanê rawestînin.
Her weha serokê Desteya Danûstandkara Sûriyê Bedir Camûs di daxuyaniyekê de ragihand: Daxwaza derxistin û dersînorkirina penaberên Sûriyê li Libnanê, ji yasayên navdewletî û mirovî re binpêkirin e û li dijî wê ne.
Da zanîn: Tundûtûjiya li dijî penabran ji aliyê berpirsên Libanîn yên fermî cihê digiranî û şermezariyê ye, encamên wî jî dê karesatî bin. Divê Libnan bi hişmendî van kiryaran rawestîne, û rêzê li yasarên navdewltî bigire, û jiyana penaberan biparêze, û rêyeke aram bo vegera wan dabîn bike, ji ber vegera wan bi bicîkirina biryara 2254 ve girêdayî ye.