Tê pêşbînîkirin ku îsal berhema Sûriyê ji genim bigihe derdora 2.5 milyon tonî

Tê pêşbînîkirin ku îsal berhema Sûriyê ji genim bigihe derdora 2.5 milyon tonî

Welat TV - Hewlêr

Saziya Sûrî ya Dexlûdanan pêşbînî kir ku îsal berhema Sûriyê ji genim bigihe derdora 2.5 milyon tonî.

Rêveberê Saziya Sûrî ya Dexlûdanan Hesen Osman ev yek ji ajansa Sana re ragihand û diyar kir ku pêwîstiya Sûriyê ya salane ji genim derdora 2.5 milyon tonî ye û gujmê niha bedrest nêzîkî milyonek tonî ye.

Osman da zanîn ku li gorî nirxandina Wezareta Çandiniyê demsala çandiniyê ya îsal dê baş be eger rewşa keşûhewayê ya guncaw berdewam bike.

Hesen Osman got jî ku rewşa embarkirina dexlûdanan îsal baştir e berawerdî bi sala bûrî re, ji ber ku saziya dexlûdanan hejmareke mezin ji sayloyan çak kiriye.

Herêma Cizîrê weke embara xwarinê li Sûriyê tê naskirin, li gorî amaran îsal 463 hezar hêktar li wê herêmê hatiye çandin.