ENKS li gel wezîrê derve yê Nerwêc mafên miletê Kurd li Sûriyê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" li gel wezîrê derve yê Nerwêcê piştgiriya mafên miletê Kurd li Sûriyê gotûbêj kir.
Di çarçoveya çalakiyekê de bi bûneya Roja Cîhanî ya karkeran li Nerwêcê, serokê Xwecihiya ENKS Egîd Xelef li gel wezîrê derve yê Nerwêcê Espen Barth Eide civiya.
Egîd Xelef di hevdîtinekê de ji Welat TV re got ku wezîrê derve yê Nerwêcê tekez kiriye ku ew berdewam in di pêwendiyê de li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û welatê wî giringiyê dide doseyên mafên mirovan, di nav de jî mafên miletê Kurd.
Da zanîn jî ku wî daxwaza lidarxistina civînekê li gel beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Nerwêcê kiriye, ji bo diyarkirina dîtina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî.