Amadekarî ji bo vegera hawirdeyên ji Dêra Zorê yên li Efrînê têne kirin

Amadekarî ji bo vegera hawirdeyên ji Dêra Zorê yên li Efrînê têne kirin

Welat TV - Hewlêr

Amadekarî ji bo vegera bi sedên malbatên hawirde yên ji Dêra Zorê yên li Efrînê dimînin, bo warê wan tên kirin.

Parêzgarê Dêra Zorê Xesan Ehmed seredana Efrînê kir û li gel cîgirê parêzgarê Helebê û berpirsê devera Efrînê civiya.

Ragihandina Devera Efrînê da zanîn ku parêzgarê Dêra Zorê û Rêvebirê Efrînê li gel nûnerên hawirdeyên ji Dêra Zorê civiyan. Di civînê de behsa pêşniyaran ji bo vegera hawirdeyên Dêra Zorê bo cih û warên wan hate kirin.

Li gorî zanyariyên Welat TV bêtirî 1000 malbatên hawirdeyên ji Dêra Zorê li Efrînê mane, û amadekarî ji bo vegera wan bo cih û warê wan têne kirin.

Ji piştî hilweşandina Rêjîma Esed ve rêjeya herî mezin a malbatên Hawirde yên li Efrînê diman, vegeriyane cih û werên xwe li deverên cûde yên Sûriyê.