Dergehên Sînorî û Gumrikê bo Welat TV: Karên çakirina pira Dergehê Sêmalka dest pê kiriye

Welat TV - Hewlêr

Karên çakirina pira ser avê ya Dergehê Sêmalka yê Hevsînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de, dest pê kiriye.

Îro 3yê Gulana 2026an, jêderekê ji Rêveberiya Giştî ya dergehên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyê ji Welat TV re da zanîn, ku karên çakirina pira ser avê ya Dergehê Sêmalka dest pê kiriye.

Jêderê got jî karên çakirinê derdora 7 rojan berdewam dikin û piştre pir dê careke din bikeve kar de.

Di nîva meha Adara bûrî de bi sedema barana zêde û rabûna lehiyan û bilindbûna asta ava çemê Dicle, pira dergehê Sêmalka ji kar ket, û tevgera derbasbûnê bi awayekî demkî bo dergehê Welîd hate veguhestin.