Qamişlo.. Welatiyan xwenîşandanek li dijî bilinbûna nirxan li dar xist

Qamişlo.. Welatiyan xwenîşandanek li dijî bilinbûna nirxan li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan welatî li bajarê Qamişlo xwenîşandanek li dijî bilinbûna nerxan li dar xist.

Îro bi dehan kes li pêş navenda postê li Qamişlo kom bûn û banga rûbirûbûna gendelî û bêkariyê û kontrolkirina nirxan kir.

Ev xwenîşandan tê, piştî bilindbûna nirxê mazotê bi 2 qatan her weha bilindbûna nirxê ampêrên elekitrîka ceneratoran û nirxên kelûpelan bi awayekî gîştî.

Ne bi tenê li Qamişlo, li tevaya bajarên herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê nirxên kelûpelên jiyana rojane bilind bûne û welatî ji vê yekê nerazî ne.

Li kêlek bilindbûna nirxan, rewşa xizmetguzarî jî li herêmê xerab e û welatî ji kirîzên berdewam bigazin in.