Nirxên mazotê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hate bilindkirin
Welat TV - Hewlêr
Nirxên mazotê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi 2 qatan ji nirxên berê hat bilindkirin
Rêverberiya Sotemeniyê ya "Rêvberiya Xweser" a Cizîrê lîsteya nirxên nû yên mazotê belav kir, nirxên nû ji bo her curekî maoztê destnîşan kirin.
*Li gor lîsteya nirxan:
*Nirxê Mazota çandinyê ji 1300 Lîreyê Sûrî bû 25 sentên Emerîkî – wate nêzîkî 3 hezar û 300 lîreyî.
*Nirxê mazota dezgehan ji 3 hezar û 50 lîreyî bû 55 sentan, wate nêzîkî 7 hezar û 300 lîreyî.
*Nirxê mazota pîşesazî ji 2 hezar 200 lîreyî, bû 55 sentan, wate nêzîkî 7 hezar û 300 lîreyî.
*Nirxê mazota nanxaneyên "Siyahî" jî ji 2 hezar û 50 lîreyî bû 55 sentan.
Bilindbûna nirxê mazotê, karvedanên mezin li nav xelkê çêkirine, welatî dibêjin ku bilindbûna di nirxan de dê bandoreke mezin li jiyana wan a rojane bike.