Iraqê yekemîn barê çîmento hinardeyî Sûriyê kir

Iraqê yekemîn barê çîmento hinardeyî Sûriyê kir
Iraqê yekemîn barê çîmento hinardeyî Sûriyê kir

Welat TV - Hewlêr

Yekemîn berê çîmento ji Iraqê berev Sûriyê bi rê ket.

Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê ragihand ku îro yekemîn barê çîmentoya Îraqê bi rêya Dergehê El-Welîd – Tenef bo Sûriyê hate hinardekirin.

Got jî ku proseya hinardekirinê bi şopandina rasterast a serokê Desteya Dergehên Sînorî Umer El-Wa'ilî bi rê ve çû.

Dergehê Tenef – El-Welîd yê di navbera Sûriyê û Iraqê de piştî 13 salan ji girtinê roja 2ê Nîsana bûrî hat vekirin.