Kompaniyên veguhestina kelûpelan bi rêya dergehê Sêmalka mangirtin ragihand
Welat TV - Hewlêr
Kompaniyên veguhestina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Pêşabûr – Sêmalka li dijî mercên nû derbarê derbaskirina kelûpelan mangirtin ragihand.
Mangirtin îro 4 Gulanê dest pê dike û heta demeke nediyar berdewam dike.
Jêderan da zanîn, kompanî û karmendên gumrikê li dijî mercên nû ku li ser veguhestina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê bo Sûriyê hatine sepandin rawestiyan û dibêjin, mercên zehmet in û berê deverê ber bi kirîzeke abûrî ve dibin.
Li gorî jêderan hevdemê ragihandina mangirtinê, îro li dergehê Sêmalka, karmendên gumrikê, û bazirgan dê bi rêveberiya dergeh re bicivin û vê mijarê gotûbêj bikin.
Beriya demekê hikûmeta Sûriyê hawirdekirina hejmarek kelûpelan ji Herêma Kurdistanê rawestandibû, û got dergehê Sêmlaka jî tevlî mîkanîzma dergehên Sûriyê bûye.