Qamişlo.. Ji ber bilindbûna nirxê mazotê 8 nanxaneyan karê xwe rawestand

Qamişlo.. Ji ber bilindbûna nirxê mazotê 8 nanxaneyan karê xwe rawestand

Welat TV - Hewlêr

Piştî bilindbûna nirxê mazotê, 8 nanxanyên taybet, ku bi geştiyarî têne naskirin, li bajarê Qamişlo, karê xwe rawestand.

Piştî bilindbûna nirxê mazota destnîşankirî ji nanxaneyan re ji 2050 Lîreyên Sûrî bo 55 sentî ku dike derdora 7600 lîreyên Sûrî, 8 nanxaneyan karê xwe rawestand. 

*Gazinên xwediyên nanxaneyan

Li gorî zaniyariyan, xwediyên nanxaneyan, diyar dikin ku, ne tenê mazot lê belê hemû keresteyên sereke buha bûne, tona ard ji 375 dolaran bo 400 dolarî, û tonek tûrikên vala ji 1800 dolarî bo 2400 doralî bilind bûye.

Xwediyên nanxaneyan her weha dibêjin, tu guhertin di nirxê firotina nên de ku tûrikê nên bi 4000 L.S têne firotin çênebûye û ew yek ziyanê dighîne wan.

Duh, li Qamişlo xelkê xwepêşandanek li dijî buhabûna nirxên mazotê, empêrên elektirîkê û kelûpelên sereke yên jiyanê li dar xist û daxwaza destêwerdana aliyên pêwendîdar, erzankirin û kêmkirina nirxan kiribûn.