Qamişlo.. PDK-Sê Roja Rojnamegeriya Kurdî vedijîne

Qamişlo.. PDK-Sê Roja Rojnamegeriya Kurdî vedijîne

Welat TV - Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ”PDK-S” ahengekê bi helkefta derbasbûna 126 salan bi ser derketina yekem rojnameya Kurdî re li Qamişlo li dar dixe.

Nivîsgeha Çand û Ragihandinê ya PDK-Sê di vexwendinekê de, banga beşdariyê di ahengê de kir, diyar kir jî, aheng roja Duşemê 22yê Nîsanê, demjimêr 4ê êvarê, li nvîsgeha partiyê li Bakurê banka Ewdê tê lidarxistin.

Di 22ê nîsana 1898an de, yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li ser destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate belav kirin, ev dîrok weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye naskirin.

Salane li parçeyên Kurdistanê û welatên ku Revenda Kurdî lê dijî ev roj tê vejandin û çalakî tên lidarxistin.